Gerîngehiya Avê li bajarê Dêrikê dest bi projeyekê kir ji bo guhertina tora ava vexwarinê li taxên bajêr, bazar û şehîd Xebat. Di projeyê de tora kevin û rizî bi xetên nû yên “Polî Etîlen” bi dirêjiya 8500 metreyî tê guhertin.
Rêveberê Avê yê Dêrikê, Mistefa Ehmed, diyar kir ku xebat bi qonaxan birîna qîrê, kolandin û sazkirina xetên nû li gorî pîvanên teknîkî têne meşandin. Armanca vê projeyê mîsogerkirina gihandina ava paqij û rêgirtin li windabûna avê ye, da ku asta xizmetguzariyê li van taxan baştir bibe.






