Di çarçoveya hewildanên berdewam de ji bo parastina tenduristiya gel û ewlehiya xwarinê, Beşa dabînkirinê gerîneke çavdêriyê li ser Nanpêjxaneyekê pêk anî, bi armanca piştrastkirina kalîteya nan û pabendbûna bi pîvanên fermî re, bi taybetî ji aliyê giranî û kalîteyê ve.
Di vê gerê de kultên nan hat pîvandin û qonaxên hilberînê hatin şopandin da ku nanekî saxlem û baş ji gel re bê dabînkirin.
Her wiha, têbinî û hişyariyên pêwîst dan rêveberiya firinê da ku bi temamî pabendî pîvanên teknîkî bin ji bo parastina berjewendiya giştî.
Ev xebat di çarçoveya bernameya çavdêriya dewreyî ya beşê de tê, ji bo xurtkirina kontrolê û pêkanîna pîvanên kalîteyê û dadperweriyê di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de.






