Komîteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Encûmena Bajarê Hesekê, karê rêxistin û dabeşkirina karkeran li gorî pisporî û pêwîstiyê saziyan birêve dibe.
Armanca sereke dabînkirina wekheviyê û şofafiyetê di pêşbaziyên karkirinê de ye.
Di warê xizmetguzariyê û mirovî de, komîte bi rêxistinên mirovî re kordînasyonê dike da ku alîkariyên bijîşkî û perwerdehiyê bigihîne Encûmenan. Her wiha, bi hevkariya komîteyê taxan, navên kêmendaman û rewşên mirovî yên giran belge dike da ku alîkarî bi dadperwerî li ser kesên pêwîstdar werin dabeşkirin.
Komîtê diyar kir ku deriyê qeydkirinê ji bo kargeriyan vekirî ye û daxwazkar dikarin serî li navenda Encûmenê bidin. Ev xebat wekî beşek ji stratejiya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji bo xurtkirina aramiya civakî û piştgiriya kesên pêwîstdars tê meşandin.






