Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikareke mezin bûyerên ku li berava Sûriyê û li gelek deverên Sûriyê diqewimin dişopîne. Ev jî piştî xwepêşandanên aştiyane ku zarokên gelê Sûriyê tê de derketin û daxwaza mafên xwe yên rewa yên azadî û rûmetê kirin û banga avakirina Sûriyeke demokratîk a federal kirin ku edalet û wekheviyê ji bo hemû gelê xwe garantî bike.
Destwerdana hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ji bo binpêkirina van xwepêşandanên aştiyane û bikaranîna tundiya zêde li dijî xwepêşanderan heta ku bighêje bikaranîna çekan ku di encama wê de hejmareke sivîl şehîd û birîndar bûn. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin û wekî binpêkirineke eşkere ya mafê gelê Sûriyê ji bo bi aştiyane nêrîn û daxwazên xwe yên rewa, îfade bikin, dibînin.
Rêveberiya Xweser metirsiya xwe ya kûr derbarê zêdebûna xeternak de nîşan dide û berpirsên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê berpirsiyarê van kiryaran dibîne ku tenê rewşa tevlîhevî û bêaramiyê kûrtir dikin, rê li ber gelê Sûriyê digirin ku mafên xwe yên siyasî û sivîl bixwazin û siyasetên binpêkirinê ku gelê Sûriyê li dijî wan serhildan kirine jinûve çêdikin.
Ev kiryarên ku ji aliyê hin endamên hikûmeta demikî û aliyên alîgirên wan têne kirin û bi gotinên nefretê, tevlîhevî, gurrkirina mezhebperestî û dijminatiyê di nava gelê Sûriyê de têne xurtkirin, tenê xizmeta dijminên Sûriyê dikin yên ku dixwazin ewlehî û aramiyê têk bibin, xebatên yekbûna diyaloga niştîmanî ya sûrî binpê bikin û pêşerojeke ku hemû gelê Sûriyê di nav xwe de bigire, ava bike.
Em piştrast dikin ku tişta ku îro diqewime ne cara yekem e ku deverên Sûriyê rastî êrîş û binpêkirinên van hêzan li dijî sivîlan tên. Doh, êrîş û kiryarên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Heleb ên başûrê Sûriyê û deverên din hebûn. Ev yek helwesteke niştîmanî cidî dixwaze da ku dawî li van siyasetên xeternak were anîn û hesab ji berpirsiyarên wan werin xwestin.
Ev kiryar astengiyeke rast li pêşiya her lihevkirinek an diyalogeke niştîmanî ya berfireh e û derfetên avakirina Sûriyeke nû, Sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî, piştî zêdetirî nîv sedsalek neheqî, zordarî û êrîşkariya ku ji aliyê rejîma Baas a berê ve li dijî gelê Sûriyê hate meşandin, têk dibin.
Her wiha em tekez dikin ku mozayîka dewlemend a Sûriyê bi pirrengiya xwe ya neteweyî, olî û civakî, ji bo Sûriyê û gelê wê çavkaniyek hêz û serfiraziyê ye û parastina vê pirrengiyê, pêşxistin û xurtkirina wê garantiya rast a yekîtî û aramiya welêt e û ne sedema parçebûn an pevçûnê ye.
Di dawiyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû gelê Sûriyê, hemû hêzên niştîmanî û demokratîk ên Sûriyê dike ku xebatên xwe yên hevbeş ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî berfireh ji aloziya Sûriyê re, li ser bingeha diyalog û itîrafa hevbeş, dûrî gotinên nefret, tevlîhevî û xerabiyê ku destwerdankar hewl didin derxînin da ku aştiya sivîl têk bibin û hevgirtina niştîmanî ya Sûriyê, parçe bikin, xurt bikin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê






