Kampaneyên rakirina komên gemarê bingeha parastina paqijî û tenduristiya giştî ne, ku komkirin, veguhestin û çareserkirina avêtina bêserûber a li ser rêyan li xwe digire.
Ev hewildan armanc dikin ku çanda parastina paqijiya rêyên sereke û larê xurt bikin da ku rûyê şaristanî yê bajêr diyar bibe û zirarên jîngehê kêm bibin.
Di vê çarçoveyê de, Şaredariya Gel a Hesekê bi rêya beşên xwe yên xizmetguzariyê kampaneyên paqijiyê yên berfireh li taxên bajêr didomîne, Beşa Paqijiyê dest bi rakirina gemarê li taxên Xişman û Salihîye kir û bermahiyên li ser rê û qadan ku dibûn sedema qirêjiya dîtbarî, ber bi cihên taybet ve veguhastin. Her wiha, kampaneyê paqijkirina navînên rêyan li taxên Til Hecer, Nasira, Merşo, Ezîziye, Xezel û rêyên ber bi Pira Birûtî ve jî li xwe girt.
Şaredariya Gel tekez kir ku ev xebat dê bi berdewamî hebin û bang li gel kir ku ji bo parastina tenduristiyê û rûyê şaristanî yê Hesekê, gemarê bi rengekî bêserûber neavêjin.






