Di çarçoveya xebatên Şaredariya Gel de ji bo pêşxistina asta xizmetguzariyê û binesaziyê, tîmên teknîkî bi awayekî bêrawestan xebatên sererastkirina xeta kanalîzasyonê li taxa Başûr a bajarê Dirbêsiyê dimeşînin. Armanca vê xebatê çareserkirina pirsgirêkên heyî û bilindkirina asta kargêriya pergala kanalîzasyonê ye.
Hêjayî gotinê ye ku tîmên şaredariyê di rojên bêhnvedanê de (wekî roja Înê) jî xebatên xwe nasekinînin, da ku kar zû bi dawî bibe û bargiraniya li ser milê gel kêm bibe. Şaredariya Gel diyar kir ku ev xebat dê heta bi dawîbûna hemû kêmasiyan berdewam bikin. Di daxuyaniya şaredariyê de hate gotin: “Em spasiya hevkarî û sebra gelê xwe ya di dema van xebatan de dikin, û em hêvî dikin ku ev gav bibe sedema başbûna xizmetên ji bo wan têne pêşkêşkirin






