Şaredariya Gel li Hesekê karên projeya raxistina kevirê şikandî li çend taxên bajêr didomîne, bi armanca hêsankirina çûn û hatinê û baştirkirina rewşa xizmetguzariyê.
Ev proje di çarçoveya plana sererastkirina rêyan de tê, da ku çareseriyekê ji bo wan kolanên ku ji bo derbasbûnê ne guncaw in peyda bike. Di vê çarçoveyê de, tîmên şaredariyê dest bi xebatên xizmetguzariyê li çend kolanên taxên Kelasê û Umran kirine.
Karên projeyê dabeşkirin û pelixandina qatên mermer û hûrikên kevirê spî li ser rûyê rêyan lixwe digire. Ev yek dibe sedema çêbûna rûyekî qayîm û biîstîkrar, ku astengiyên li pêşiya çûna wesayît û gel kêm dike.
Şaredariya Gel li Hesekê di daxuyaniyekê de tekez kir û got: “Projeya raxistina kevirê şikandî beşek ji plana me ya xizmetguzariyê ye ji bo başkirina rewşa rêyan di taxên zererdîtî de. Em ê li gorî derfetên di destê xwe de, di cîbicîkirina projeyên din ên xizmetguzariyê de jî berdewam bin.”






