Beşa Seweldariyê li Kantona Cizîrê ragihand ku nexweşiya taya dev û lingan ji havîna borî ve derketiye, nemaze li şûnên kombûna seweldariyê (Xan) ku lê qerebalixî dibe sedema belavbûna nexweşiyê û hinek mirinên kêm.
Li bajarê Qamişlo nêzî 250 xan hene, lê rewşa tenduristiyê di bin kontrolê de ye û negihîştiye asta metirsiyê. Komîteyên me rojane li gund û bajaran di nava liv û tevgerê de ne û heya niha li derveyî xanan tu gilî û nexweşî nehatine qeydkirin. Ji ber lêçûnên giran, niha vaksîn (derzî) di beşa me de peyda nabin, lê ev nexweşî heya 95% tê dermankirin.
Em bang li xwediyên seweldariyê dikin ku li gorî rênumayên bijîşkî tevbigerin û vaksîna Rûsî li pez û çêlekên xwe bidin.






