Ji bo parastina binesaziya bajêr û rêyên giştî ji xerabûnê, û ji ber ku wesayîtên giran dibin sedema acizkirina niştecihan, Şaredariya Gel a Dêrikê bi hevahengiya bi Rêveberiya Trafîkê re, biryar girt ku sekinandin û mayîna van wesayîtan di nava tax û kolanên bajêr de qedexe ye.
Divê hemû ajoker pabendî zagonan bin û wesayîtên xwe tenê di garaja taybet a li ser “Mehlaqa Başûr” de bihêlin.
Şaredariyê hişyarî dide ku her kesê guh nede van biryaran, cezayên darayî yên giran li ser werin birîn.






