Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê yê Kantona Cizîrê, bi armanca hêsankirina çûn û hatina xwendekaran û parastina ewlehiya wan, dest bi raxistina kevirên şikandî li ber deriyê dibistan, baxçeyên zarokan û derdora rawestgehê kir.
Ev xebat bi taybetî ji bo amadekirina kolanên sereke yên dibistanan tê kirin da ku di werza zivistanê de xwendekar bi hêsanî bimeşin. Şaredariyê diyar kir ku baştirkirina rêyên derdora dibistanan di serî de karên wan e, da ku xizmeteke ewle ji bo xwendekaran û pêvajoya perwerdeyê were peyda kirin.






