Rêveberiya dibistanên Çil axa yên li kantona Cizîrê, pêşbirkek ji bo pisporiyên mamostetiyê di hejmarek babetên xwendinê de organîze kir. Di nav van babetan de Bîrkarî, Zanyarî, Fîzîk, Kîmya, Zimanê Îngilîzî û Zimanê Kurdî hebûn.
Ev pêşbirk di çarçoveya piştgirî û pêşxistina pêvajoya perwerdeyê de tê, her wiha ji ber girîngîdayîna rêveberiyê ji bo hilbijartina şarezayên perwerdehiyê yên jêhatî, li gorî şert û pîwerên pejirandî, bi armanca ku astê perwerdeyê bilind bibe û encamên wê werin başkirin.






