Encûmena Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, bi daxuyaniyekê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê, êrîşên li ser goristanên şehîdan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.
Encûmenê ev êrîş wekî binpêkirina nirxên mirovahiyê pênase kir û komên ser bi “Hikûmeta Demkî” berpirsyar dîtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şehîdên ji her pêkhateyê nirxên welat in û ev kiryar nikarin vîna wan a ji bo parastina welat bişkînin. Di dawiyê de, Encûmenê piştgiriya xwe ji bo gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand.






