Ji bo pêşxistina binesaziyê û parastina tenduristiya giştî, Şaredariya Gel a Hesekê tora kanalîzasyonê li çend taxên bajêr nû kir. Ev proje piştî rizîna torên kevin û pirsgirêkên dubare (bi taybetî di dema baranê de) hatin destpêkirin.
Karên sereke li her du taxên Kebaba û bazara Halê hatin meşandin, li wir toreke nû bi dirêjahiya 600m û bi qastelên (boriyên) bi pîvaza 40 cm hatin raxistin, ligel çêkirina bîrên komkirina avê. Şaredariyê piştrast kir ku ew ê di plansaziyên xwe yên bê de, xebatên nûjenkirinê li taxên din jî berdewam bikin.






