Hevseroka Encûmena Gelan li Kantona Cizîrê, Arya Mele Ehmed, li ser armanc û girîngiya Zagona Tawanên Elektronîkî ev agahî parve kirin, Armanca sereke ya vê zagonê birêkxistina qada dîjîtal û parastina civakê ye, bi taybetî piştî zêdebûna binpêkirinên ku gefê li aştiya civakî dixwin. Arya Mele Ehmed destnîşan kir ku zagon bi taybetî ji bo rûbirûbûna gefa elektronîkî ya ku jin û ciwanan armanca digire, û her weha ji bo rawestandina belavkirina madeyên hişbir, tawanên li dijî ol, bawerî û nirxên civakî hatiye derxistin. Di derbarê cudahiya navbera azadiya ramanê û tawanên sîber de, wê piştrast kir ku ev zagon nabe asteng li pêşiya nêrînên kesane, lê tenê wan kiryarên ku zirarê didin kes û saziyan sînor dike. Her weha bal kişand ku tawanên elektronîkî ji tawanên asayî metirsîdar tirin, ji ber ku bandora wan di qadeke berfireh de zû belav dibe, mîna gotara nijadperestî û tayifgeriyê. Ji bo bicîhkirina vê zagonê, Encûmena Dadweriya Civakî bi rêya dîwanên û dadgehê û Desteya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Buroya Têkoşîna li Dijî Tawanên Birêxistinkirî berpirsiyar in, tevî kordînasyona bi rêxistinên jinan re ji bo parastina wan ji gefên elektronîkî.






