Şaredariya Gel a Girkê Legê, bi armanca xurtkirina prensîbên Rêveberiya Xweser û bicihanîna têgeha jiyana hevbeş, bi rêya Ofîsa xwe ya yasayî, yekemîn peymana Jiyana Hevbeş ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin, tomar kir.
Derxistina vê pirtûkê, wekî gaveke stratejîk ji bo rêkxistina karûbarên malbatê li gorî zagon û rêziknameyên Rêveberiya Xweser tê dîtin, her wiha di xurtkirina bingeha dadmendî û wekheviyê de li seranserê herêmê roleke sereke dilîze.






