Kordînasyona Jinan a li Kantona Cezîrê beşdarî forma diyalogê ya di bin dirûşmeya”Forma Jinan li ser Rola Rêber Apo di Avakirina Aştiyê û Çareserkirina Pirsgirêkên Rojhilata Navîn de” bû. Form ji aliyê Kongira Star ve li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo hate rêxistin.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û hejmarek çalakvanên jin beşdarî Formê bûn.
Form bi xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtina giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre rûniştineke diyalogê dest pê kir ku tê de endama Komîteya Kordînasyona Kongira Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriya Xanim Rîhan Loqo, Hevseroka Desteya Aborî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê Xanim Sema Abdullah, Berdevka Kongira Star a Kantona Qamişlo Xanim Stêla Mûrad û di dawiyê de Berdevka Kongira Star Xanim Rîhan Temo beşdar bûn.
Mijarên formê li ser rola jinan li Rojhilata Navîn di avakirina civakek azad de û li ser rola Rêber Abdullah Ocelan ku 26 sal ji bo azadî û hebûnê têdikoşe, hatin gûftûgokirin. Beşdaran tekez kirin ku divê ev sed sal bibe sedsala azadî, demokrasî, wekhevî û dadê, û destnîşan kirin ku felsefeya Rêber Abdullah bingeha hizra azadî û demokrasiyê ava kiriye.
Formê sinefizyon û çend destwerdan û gûftûgoyên beşdaran pêşkêş kir. Û bi tekezî li ser girîngiya xurtkirina diyaloga civakî û zêdekirina hewildanên rewşenbîrî û rêxistinî ji bo xurtkirina projeyek aştiyê ya li ser bingeha dad û wekheviyê bi dawî bû. Beşdaran her wiha pêwîstiya rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan wekî gaveke girîng ber bi bidestxistina çareserî û aştiyê ve tekez kirin.






