Desteya Jin a Kantona Cezîrê bi beşdariya Rohilat Xelîl, Seroka Desteya Jin a Kantona Cezîrê, Hemrîn Elî, Cîgira Hevseroka Encûmena Cîbcîkar a Kantonê, û Sewsen Ehmed, Cîgira Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hemû rêveber û endamên ofîsên girêdayî Desteya Jin, civîneke berfireh li dar xist.
Civîn bi xulekek bêdengiyê dest pê kir. Piştre, nirxandineke berfireh a rewşa jinan di sala 2025an de hate kirin, ku tê de asta çalakvanî, rêxistinbûn û destkeftiyên wan di warê hişyarkirin û tevlêbûna civakê de hatin destnîşankirin. Axaftvanan tekez kir ku pêwîst e di sala pêş de hewldanên ji bo xurtkirina rola jinan werin zêdekirin.
Her wiha Jiyan Hesen, şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê, pêşkêşiyek siyasî li ser rewşa herêmî û bandora wê li ser rastiya jinan pêşkêş kir, û girîngiya beşdarbûna wan di navendên biryardanê de anî ziman.
Civîn bi van encam û pêşniyaran bi dawî bû, ku armanc jê piştgirî û xurtkirina jinan e:
1-Piştgiriya projeyên aborî yên jinan.
2-Destpêkirina kursên perwerdehiyê ji bo baştirkirina jêhatiyên rêveberiyê.
3-Baştirkirina binesaziya dayingeh û navendên parastina jinan.
4-Avakirina navendên şêwirmendiya derûnî.
5_Vekirina dayingehan ji bo dabînkirina hawîrdorek ewle ji bo zarokan.
6-Avakirina navendên perwerdehiya pîşeyî yên taybet.
7-Têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê li ser jinan.
8_Têkoşîna li dijî bazirganiya zarokan.
9_Meşandina kampanyayên hişyarkirinê li ser zagona malbatê.
10_Derxistina zagonek ji bo têkoşîna li dijî sûcên sîber.






