Nexweşxaneya Gel a Amûdê ragihand ku ew bi navînî rojane zêdetirî 100 nexweş pêşwaz dike, ji ber pirbûna nexweşiyên bêhindanê yên ji ber belavbûna veyrosekê li herêmê.
Nexweşxane xizmetên bijîşkî yên berfireh 24 demjimêran peyda dike. Lênêrîn ji aliyê pisporên jêhatî di warên zarokan, nexweşiyên hundirîn, û jinan de tê peyda kirin da ku standardên pîşeyî yên herî bilind misoger bike.
Perpirsên nexweşxaneyê tekez kirin ku ew pabendî peydakirina xizmetên bijîşkî yên bi kalîte bilind û bi bandor ji bo misogerkirina tenduristî û ewlehiya gel in.






