Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Cezîrê, bi hevkariya Rêveberiya Kontrolkirina Madeyên Hişber, li Hesekê û Til Koçerê formên hişyarkirinê yên bi sernavê “Jiyanê hilbijêre û madeyên hişber red bike” lidarxist.
Armanc ew bû ku ciwanan hişyar bikin li ser metirsiyên mezin ên tenduristî û civakî yên madeyên hişber, û herwiha giringî bidin ser pêşîlêgirtinê û bikaranîna dema vala di çalakiyên erênî de.






