Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist, bi amadebûna birêzan Mihemed Berak Cîgirê Hevserokê Encûmena Cîbicîkar, Şêxmûs Ehmed Serokê Ofîsa Penaber û Koçberan û hemû komîte û rêvebirên kamp û ofîsên desteyan lidarxist.
Di destpêkê de, piştî xulekek bêdengiyê, rapora salane hate xwendin û pêşkêşiyek vîdyoyî li ser xebata rêxistinê ya sala 2025an hate nîşandan, ligel şîrovekirina rewşa siyasî û rêxistinî.
Beşdaran hemû pirsgirêkên kampan bi berfirehî nîqaş kirin, bi taybetî xizmetguzariya elektrîk û avê û kêmasiya piştgiriya darayî, sincî û tenduristiyê li nav kamp û navendên wekî Rengîn û Êrîş (ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet).
Di dawiya civînê de, plan û projeyên pêşerojê ji bo sala bê hatin destnîşankirin da ku karibin bêtir xizmetan ji bo kesên koçber û navendên pêdiviyên taybet peyda bikin.






