Wekî beşek ji Kampaneya belavkirinê, Desteya Jîngehê ya Kantona Cezîrê û Ofîsa parastgeh û darçandinê, Di çarçoveya bernameya piştgiriya jîngehî de, komek darên daristanê pêşkêş kir da ku bi destên xwendekar û mamosteyan li dibistanê bi xemilînin û bikin cihekî xweştir.
Ev destpêşxerî ne tenê çandina daran bû, lê belê bi kampaneyeke paqijiyê ya berfireh hate temamkirin, ku tê de alavên paqijiyê li xwendekaran hatin belavkirin.
Di vê çarçoveyê de, berpirsekî Desteya Jîngehê diyar kir: “Em pabend in ku piştgiriyê bidin saziyên perwerdehiyê û armanc dikin ku hişmendiya jîngehê, bi taybetî li dibistanan, pêşve bibin da ku van cihan ji bo zarokên me xweşiktir û saxlemtir bikin.”






