Ofîsa teknîkî ya Şaredariya Gel a bajarokê Girkê Legê yê Kantona Cizîrê projeyeke girîng a dirêjkirina xeta kanalîzasyonê li taxa Şehîd Hêvîdar dest pê kiriye.
Dirêjahiya tevahî 80 metre dirêj dibe ji aliyê şaredariyê ve tê çêkirin ji bilî 70 metre jî wekî hewldaneke civakî tê pêkanîn.
Ji bo ku projeya karîger û domdar be, şaredarî boriyên polîetîlenê yên bi qûtra 4cm û 30 cm bi kar tîne. Ev xebat, ku beşek e ji hewldanên Şaredariya Gel a Qamişlo yên sala 2025an ji bo baştirkirina binesaziyê, wekî gaveke girîng ji bo dabînkirina xizmetguzariyên çêtir û misogerkirina tenduristî û ewlehiya jîngehê ji niştecihên herêmê re, tê dîtin.






