Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Cezîrê diyar kir ku wan %93ê mazota germkirinê ya ku di 15ê Hezîrana 2025an de dest pê kiribû belav kiriye û biryar e ku belavkirin heta 1ê Çileya 2026an berdewam bike. Li gorî serjimariyên Rêveberiyê, heta niha 116,663,100 lître hatine belavkirin û Rêveberî ji 1ê Kanûnê pê ve belavkirina sotemeniyê li herêma Cezîrê ji bo niştecihan, dibistan, mizgeft, dêr û saziyên din ên xizmetguzariyê berdewam dike.






