Şaredariyên Dirbêsiyê û Qamişlo ji bo sala 2025an xebatên xwe didomînin, ku armanca wan baştirkirina xizmetguzarî û rewşa binesaziya bajaran e.
Dirbêsiyê: projeya ronîkirinê li ser Rêya Hesekê, ku ji Nexweşxaneya Şehîd Xebat heta Kemera Jin Jiyan Azadî didome. Ev xebat 60 fenerên ronahiyê li ser 30 stûnên li her aliyê rê dihewîne û armanc dike ku estetîka deriyê bajêr xweşiktir bike, ewlehiya trafîkê zêde bike û rêyan ewletir bike.
Qamişlo: di dema betlaneya fermî de jî xebatên xwe yên qîrkirin û peçkirinê bê navber didomîne da ku xizmetê bide niştecihan. Ev xebatan Kolana Mûnîr Hebîb, Bazara Hatîn, û Kolana Hizamê di nav xwe de digire.






