Giştîname
Ji bo xwediyên firoşgehên ku di dema Sersalê de bi awayekî bêserûber li sûka bajêr belav bûyî ne: Ji bo wan cihekî guncaw hatiye veqetandin, ji Kolana Stadyûmê heta Stadyûma 12ê Adarê.
Ji ber vê yekê, ji hemî xwediyên firoşgehan ên ku dixwazin ji vê rêkeftinê sûd werbigirin tê xwestin ku roja Şemiyê, 6/12/2025an, serdana avahiya şaredariyê bikin da ku prosedurên pêwîst temam bikin.
Têbîniyên Girîng: – Li her cihekî ji bilî ya diyarkirî, firoşgeh qedexe ne.
– Ev cih dê ji bo xizmetkirina niştecihan û dabînkirina hemî hewcedariyên wan ên rojane were saz kirin.
– Dema destûrdayî ji bo vê cihî dê ji 15/12/2025an heta 1/1/2026an be.
Şaredariya Qamişlo
Bi hev re ber bi bajarekî rêkûpêktir û xweşiktir ve.





