Heke tu dixwazî ruxseta xwe ya ajotinê nû bike divê tu van şertan pêk bînî:
1- ji aliyê eleqer re istîmareya daxwaznameya nûkirina ruxsetê amede bike.
2-bi daxwaznameyê re sê dîmenên kesayetî yên nû li gorî taybetmendiyên hatine eşkerekirin û kopiyek ji nasnameyê an isbateke wekî wê amede bike.
3- ruxseta xwe ya eslî bi xwe re bîne da ku dateyên wê di dosya nûkirinê de werine berhevkirin.
4- divê tu çavên xwe li gel bizîşk kontrol bike herwiha raporeke tenduristiyê aramiya dîtinê li gel te isbat bike pêşkêş bike.
5- piştî belgeyên te temam bûn û resmên hatine eşkere kirin werine dayîn, aliyê peywendîdar ruxseta nû di demên guncaw de ji te re pêşkêş dike.
Divê şertên li jêrê bi taybet ber çavan werin derbas kirin:
. Ruxseta nûkirî rê dide te ku tenê kategoriya hatiye diyar kirin bajo.
. Qedexe ye ku tu wesayetekê ne li gorî kategoriya hatiye diyar kirin bajo.
. Heke te xwest kategoriyeke jortirîn bajo divê du sal ser derxistina rusxseta heyî re derbas bûbe.





