Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê civîna meha Cotmehê bi beşdariya hevserokatiya Encûmena Cîbcîkar, şêwirmend, serokên deste, ofîs û cîgirên girêdayî Encûmena Cîbcîkar, lidarxist.
Civîn bi armanca şopandina pêşveçûna karê saziyê, nirxandina performansê, projeyên hatine kirin û planên pêşerojê hate lidarxistin.
Civîn bi xulekek bê dengiyê dest pê kir. Piştî wê, rapora siyasî û analîzek li ser rewşa siyasî ya cîhanî û herêmî û bandorên wan li ser rewşa navxweyî, hatine pêşkêş kirin. Her weha rapora mehane ya deste û ofîsan jî hat pêşkêş kirin, ku tê de rewşa rêveberî, pirsgirêk, zehmetî û pêşinyarên ji bo derbaskirina wan hatin gotûbêj kirin.
Civîn bi hin pêşinyar bi armanca baştirkirina karê saziyan bi dawî bû:
1_Piştgirîya xwendekaran ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve û çareserkirina pirsgirêkên wan.
2_Nirxandina rewşa darayî û bernameya stratejî ya sala 2026an, bi heman demê jî amadekirina karmendan ji aliyê rêveberiyê û darayî ve.
3_çareserkirina pirsgirêkên mazotê û sotemeniyê.
4_Nirxandina sîstema komînan û avakirina mekanîzmayên şopandinê ji bo karmendan da ku pabendbûna bi roja komînan re misoger bikin.






