Desteya Kar û Barên Civakî û Karmendan a Kantona Cezîrê bi boneya Roja Cîhanî ya Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet, di bin dirûşmeya “Nîşana min hêz e û pêşeroja min xweştir e” şahiyek li Kampên Serêkaniyê û Waşokanî lidarxist. Di çalakiyên de hevseroka desteyê Zehra Semo, endamên Navenda Rengîn û zarokên ku li kampa Serêkaniyê û Waşokanî, li Kampa Serêkaniyê ya rojhilatê Hesekê, beşdar bûn.
Semo, ev roj li hemû zarokan pîroz kir û got li ser navê desteyê em saza xwe ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet nû dikin ku em di Rêveberiya Xweser de dê li gorî şiyanên xwe di hemû aliyên jiyanê, sincî, darayî û bijîşkî hemû daxwazên wan peyda dikin.
Şahî vîdyoyek pêşkêş kir ku tê de çalakiyên Navenda Rengîn xuya dibûn, û çalakî bi pêşkêşkirinên hunerî, mûzîk û belavkirina diyariya li ser zarokan bi dawî bû.






