Şaredariya Gel a Girkê Legê, di bin çavdêriya Ofîsa Teknîkî de û bi hevrêziya xebatkarên garaj û beşa paqijiyê ya şaredariyê, li taxa Şehîd Lewend Dêrik a navçeya Rimêlan li ser dirêjkirina xeta kanalîzasyonê dixebite. Dirêjahiya xeta kanalîzasyonê 40m ye û boriyên wê ji betonê ne û qûtra wan 30 cm ye.
Ev proje di çarçoveya projeyên sala 2025an de ye û wekî destpêşxêriyek gelêrî bi hevkariya şaredariya gel a li Girkê Legê.






