Rêveberiya Trafîkê ya Kantona Cezîrê civîna xwe ya salane ya 2025an bi beşdariya hevserokatiya Desteya Hundirîn ya Kantona Cezîrê û rêvebirên navendên trafîkê û rêvebirên bajarên Kantona Cezîrê li dar xist
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên ku jiyana xwe ji bo parastina civakê dane û ji bo teqdîrkirina qurbaniyên wan, ku bingeha avakirina ewlehî û aramiyê bûn, dest pê kir
Rêveberiya Trafîkê, di çarçoveya plana xwe ya rêxistinî de, rêze civînên xwe yên salane ji bo sala 2025an dest pê kir, ku tê de hemû endamên Rêveberiya Trafîkê yên li kantona Cezîr de digirin
Di civînê de, ji bilî nirxandina amarên têkildarî xebatên meydanî û nîqaşkirina planên pêşkeftinê yên ji bo sala 2026an, zehmetî û pirsgirêkên ku Rêveberiya Trafîkê di sala 2025an de pê re rû bi rû maye, hatin nîqaşkirin
her wiha danûstandina nerîn û çavdêriyan di navbera rêveber û rêveberên navendan de pêk hat, û rêzek rexne û pêşniyarên avaker ji bo baştirkirina kar û xurtkirina hevrêziya di navbera navendan de hatin pêşkêş kirin.




