Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cezîrê, ku 56 şaredarî di hundirê xwe de dihewîne, di civîna salane ya li parka Azadî ya Qamişlo de encamên xebatên 2025an nirxandin. Hejmara projeyan gihîşt 303, ku ji wan %60 temam bûne, %20 di pêkanînê de ye, û %20 hîn nehatine pêkanîn.
Di civînê de şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevserokên şaredariyan û komîteyên teknîkî û xizmetî beşdar bûn.
Di çarçoveya baştirkirina xizmetguzariyan hevserokên şaredariyan pêşniyarên pratîkî pêşkêş kirin:
1_Kampaneyên paqijiyê yên hevbeş di navbera şaredariyên nêzîk hev.
2_Mekanîzma berdewam ji bo çareserkirina çopê nezagonî.
3_Çavdêriya rêyên zirardar û çêkirina wan berî zivistanê.
4_Şopandina projeyên qîrkirin û pêşvebirina rêyên gundan.
5_Sazkirina çirayên bi enerjiya alternatîf, bi taybetî li deverên ku qutbûna elektrîkê pir tê dîtin.
6_Nûjenkirina tora avê.
7_Zêdekirina hevkarî ya komîteyên av û paqijiyê, bi taybetî di demsala zivistanê de.
8_Sîstema şopandina heftanê ji bo domandina projeyan.
Civîn bi biryar û pêşniyarên girîng bi dawî bû:
1_Pênasekirina şaredariyê wek komînek ji bo zêdekirina beşdariya civakî.
2_Demokratîkkirina çavdêriyê bi dezgehek serbixwe ji bo şefafî û berpirsiyariya zêde.
3_Dadperwerî di dabeşkirina budçeyê de li gorî pêdivî û daxwazên herêmî.
4_Parastina dahatên şaredariyan û pêwîstiya çavdêriya encûmenan li ser wan.
5_Avakirina beşek çand û hunerê di her şaredariyê de ji bo nasnameya herêmî û çalakiyên civakî.
6_Plansaziya stratejîk ya bajarî li gorî dîrok û rewşa herêmî; Qamişlo wekî sembol û Dêrik wekî navenda jîngehê.
7_Komîteyek taybet ji bo amade kirina qanûna nû ya şaredariyan û pêşkêşkirina wê bo Encûmena Gel.
Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cezîrê niha 56 şaredarî ne, 11 Gerenîndeyên avê, 30 îstasyonên avê, 150 depo û 3 kampên xizmetguzariyê dihewîne.






