Proje ji aliyê Şaredariya Gel a Amûdê ve tê bicîhanîn û li başûrê herêma pîşesaziyê ye.
Rûbera giştî 11 donim e û bazar li ser rûberek 3032 metreçargoşe hatiye çêkirin.
Proje ji sê beşan pêk tê:
Beşa yekem 11 firoşgeh
Beşa duyem 19 firoşgeh
Beşa sêyem 24 firoşgeh
Rûbera firoşgehan 54 metreçargoşe ye, pîvanên wê 6 metre fireh û 9 metre dirêj in.
Proje çêkirina du kolanan, bi firehiya 14 û 20 metreyan, û şebekeyeke karîzan dihewîne.
Şaredarî dê xwediyê %47ê firoşgehan be, lê kampa cîbicîkar dê %53ê mayî bifiroşe firoşkaran.
Tê payîn ku proje di nav 6 mehan de biqede û firoşgehên qedyayî radestî bazirganan bikin.






