Çawaniya bidestxistina ruxseta ajotinê
Heke tu dixwazî ruxseteke ajotinê bi dest bixe divê tu van şert û mercan pêk bîne
1- berê xwe bide yek ji dibistanên fêrkirina ajotinê ku ev xizmeta pêşkêş dike û istîmareya daxwaznameya bidestxistina ruxsetê dagire.
2- du dîmenên fotogirafî û kopiyek ji isbata kesayetî bi istîmareyê re berhev bike herwiha divê temenê te ne kêmî 18 salan be.
3-heke tu bixwazî ji bo kategoriyek jortirîn pêşkêş bike divê tu ruxseta xwe ya kevin bi xwe re bîne.
4- heke di kontrola dîtinê de tu bin bikeve divê tu raporeke tenduristiyê bi xwe re bîne heke bizîşk ji te xwest tu berçavkan an lensan bi kar bîne, pêwîste tu careke din derbasî kontrolê bibe.
5- divê tu di dîroka ezmûnê de, beriya ezmûnê bi 15 xulekan amede be.
6- piştî derbasbûna ezmûnê û dayîna resmên hatine diyarkirin aliyê eleqeder ji te re ruxseta ajotinê pêşkêş dike.
7- heke tu di ezmûnê de bin bikeve ji mafê te ye tu careke din derbasî ezmûnê bibe.
Divê tu van şert û mercan wekî sîfeteke taybet ber çavan re derbas bike:
Ruxseta ajotinê rê dide te ku tenê wesayeta di ruxsetê de hatiye diyar kirin bajo.
Pêwîste xwediyê wesayetê tu kesekî/ê ji bo ajotinê erkdar neke bi taybet heke bê ruxseta ajotina vê wesayetê be.
Mafê te heye ku tu ji bo kategoriyeke jortirîn pêşkêş bike ew jî piştî derbasbûna du salan ji bidestxistina kategoriya yekem.
Mudîriyeta giştî ya tirafîka bakur û rojhilatê Sûriyê






