Komxebata perwerdeyê ji bo endamên komîteyên çavdêrî û şopandinê li bajarê Qamişlo bargeha Encûmena Cîbcîkar piştî sê rojên fêrbûna zagon û rêziknameyên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyê, bi dawî bû.
Hemû endamên komîteya çavdêriyê beşdar bûn û fêrî zagonên dawî û makanîzmên çavdêriya pejirandî bûn.
Armanca vê kursê, pêşketina performansê şefafî û berpirsyariyê di saziyan de û nûjenkirina zanîna zagonî a karmendên çavdêriyê bû.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwre dispêre komek zagon û rêziknameyên ku karê deste û saziyên wê birêve dibin, û li ser perensîbên dada civakî û nenevendîbûna demokratîk ava dibe.
Ev zagon warên rêveberiya herêmî, rêziknameya darayî, çavdêrî û jimarparêzî û her wiha zagonên têkildarî kar, karmend û saziyên xizmetguzariyê vedihewîne.






