Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Cezîrê di bin dirûşmeya “Jiyanê hilbijêre, madeyên hişber red bike”li bajarê Til Birakê de bi beşdarbûna zêdetirî 100 kesan panelek hişyarkirinê lidarxist.
Armanca vê çalakiyê hişyarkirina li dijî bikaranîna madeyên hişber û nîşandana bandorên xerab yên wan li ser kes, malbat û civak. Di panelê de axaftin li ser zirarên madeyên hişber, girîngiya hevkariya civak û saziyan, û pêdiviya bernameyên hişyariyê yên herdem hatin kirin.
Axaftvanan tekez kirin ku pêşîlêgirtin ji tiryakan dest pê dike bi zanîn û hişyariyê li ciwanan, û bi afirandina hawîrdorek ewle û piştgir dikare alîkarî bike ku ciwan bêyî xwestina madeyan bi jiyana rast û xweş mijûl bibin.
Beşdaran nêrînên xwe li ser rêbazên têkoşîna li dijî vê diyardeyê anîn ziman, û girîngiya hevkariya di navbera sazî, civak û malbatan de ji bo pêkanîna civakek bê madeyên hişber tekez kirin.






