Şaredariya Dêrikê li Kantona Cezîrê, berdewam dike li ser projeya firehkirina herêma pîşesaziyê, ku armance wê pîştgirî bide pîşeyên herêmî û şertên karê ji bo esnaf û hilberîneran baştir bike.
Li gorî ofîsa teknîkî, niha heft firoşgehên nû tên avakirin, her yek 50 m² e û ji du qatan pêk tê, ku ev jî rê dide ku atoliyên piçûk û projeyên navîn bi rêkûpêk diyar bibin.
Armanca projeyê ew e ku hawirdorek pîşesaziyê ya rêkûpêk bûyî biafirîne, zexta li ser qada kevn kêm bike û daxwaza berdewam a pîşesazkaran bi cîhên xebatê yên guncaw bicih bîne.
Rayedarên teknîkî piştrast kirin ku xebat li gorî plana pêşîn berdewam dike, bi baldarî li ser materyalên çêkirinê yên standard û pîvanên ewlehiyê, da ku binesaziya xurt û amade ji bo pîşeyan çêbibe.
Ev gava nû wekî berdewamiya gava berê tê, ku di wê de 36 firoşgehên pîşesaziyê hatibûn avakirin û belavkirin li pîşesazên bajêr.






