Şandek ji Rêveberiya Xweser, ku ji Hevseroka Encûmena Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê (Evîn Siwêd) Hevseroka têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser(Îlham Ehmed) Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê(Hesen Şero) Hevseroka Desteya Çandê(Firyal Çolî) Şêwirmenda Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê(jiyan Dêrik) û Hevserokê Encûmena gel a bajarê Qamişlo(Ezeldîn Kado) serdana Komînên taxa Erbewiya, xerbî, Kornîş û Hilaliya yên bajarê Qamişlo kirin.
Di serdanan de, endamên komînan pirsgirêkên rojane yên ku ew pê re rû bi rû dimînin anîn ziman û li ser aktîvkirin û xurtkirina komîteyên komînan nîqaş kirin.
Evîn Siwêd destnîşan kir ku pêwîst e sîstema rêveberî û vîzyona komînan ne rêveberî bin, û pêwîst e ku komîn niştecihên taxê ji berpirsiyariyên xwe agahdar bikin, da ku ew bikaribin bi hev re nirxên xwe biparêzin û li ser mijarên cûda werin perwerdekirin.
Îlham Ehmed girîngiya hebûna komînan destnîşan kir û rave kir ku mirov dikarin bi rêya komînan xwe ji desthilatdariyê biparêzin, ji ber vê yekê divê rola komînan baş were fêmkirin, ji ber ku pergala ku ew dixwazin bicîh bînin li ser bingeha komînan e.
Her wiha plane ku di rojên pêş de serdana komînên din ên bajêr jî were kirin.






