Navenda Şîla ya girêdayî Desteya jin a Kantona Cezîrê her sal di 25’ê Mijdarê de Roja Cîhanî ya Dijî Tundiyê li dijî jinan pîroz dike.
Di vê çarçoveyê de, jin li navendê di çêkirina hunerên cûr bi cûr de dixebitin, wekî hingulîsk, bazin û morîkên por, ku ji hêla jinên xwedî jêhatîyên hunerî yên bilind ve têne afirandin. Ev huner giyanê afrîneriyê û biryardariya jinan di rûbrûbûna tundiyê û pirsgirêkên civakî de nîşan didin.
Armanca vê çalakiyê ew e ku şiyanên jinan ronî bike, rolê wan di kar û hilberînê de nîşan bide û peyamek piştgirî û hevgirtin ji bo hemî jinên cîhanê bişîne.






