Îro şaredariya gel a bajarê Dirbêsiyê, spasiya yek ji xwediyên firoşgehên li bazarê û malbatek li ber gulîstana ş.Zevîn ji bo paqijiya derdora wan di parastina dîmena şaristanî ya bajêr de kir. Ev gav wekî beşek ji hewildanên şaredariyê tê ji bo niştecih û xwediyên firoşgehan li ser paqijiya giştî û pêşxistina hişmendiya jîngehê teşwîq bikin.
Şaredariyê pesnê vê xebatê wekî mînaka berpirsyara civakî da û tekez kir ku destpêşxêriyên bi vî rengî hevkariya di nav gel û şaredariyê zêde dikin da ku bajarê Dirbêsiyê xweşiktir û paqijtir bibe.






