Bi serpereştiya Desteya Çandê û Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cezîrê Mehrecana çandî ya 2’emîn (Gera kurte çîrokê) piştî sê roj çalakiyên wêjeyî û hunerî, di bin dirûşmeya
“Ji êşê em çîrokê çêdikin… û ji çîrokê em hêviyê çêdikin” li Baxçeyê Xwendinê ya li Qamişlo bi dawî bû.
Di roja dawîn de, şeveke wêjeyî hate rêxistin ku di nav de çîrokên kurt hatin xwendin. Nivîskar Narîman Afdkî çîroka “Tiliyên Hinekirî” bi zimanê kurdî xwend, û nivîskar Ciwan Selo çîroka “Wesiyeta Dayikekê” bi zimanê erebî pêşkêş kir.
Di çalakiyê de şehîdên Bendava Tişrînê hatin bi bîranîn,nivîskar Kurdistan Botan jî hat xelatkirin, û kartên spasdariyê ji hemû beşdaran re hatin belavkirin.Xelata rexnegeriyê ji Beşîr Mela Newaf û Ebdul Mecîd Xelef re hat dayîn.
Di çalakiyê de sînevizyoneke danasîna endamên komîteya nirxandinê hat nîşandan:
nivîskar Ebdul Wehab Bîranî, çîrokvan Botan Hoşê, nivîskar Îmran Yûsif, çîrokvan Mihemed Baqî Mihemed û Amir Ferso.
Mehrecan bi performansa hunermendê mezin Beha Şêxo û xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû:
Xelata kurte çîroka Kurdî:
Pileya yekem: Mîdya Berekat
Pileya Duyem:Adil Îbrahîm
Pileya Sêyem:Şêrîn Hesen Yûsif
Xelata kurte çîroka bi zimanê Erebî
Pileya yekem:Kurdistan Yûsif
Pileya Duyem:Di’a Iskender / Xelîl Ehmed
Pileya Sêyem:Kawa Ebdul Rahman Derwîş






