Desteya Jîngehê ya Kantona Cezîrê û Encûmena Jîngehê ya Hesekê, bi rêya Ofîsa Hişyarî û Perwerdehiya Jîngehê, li dibistanên seretayî yên Til Temirê kampaneyek hişyarkirina jîngehê di bin dirûşmeya”Em jîngeha xwe diparêzin… em pêşeroja xwe ava dikin”lidarxist, armanca kampaneyê zêdekirina hişmendiya jîngehê di nav zarokan de û teşwîqkirina wan ku jîngehê biparêzin û paqij bikin.
Çalakiyên kampaneyê di nav xwendekar û mamosteyan de rûniştinên perwerdehiyê li ser av, hewa, ax û zindîwer û pratîkên wekî çandina daran, paqijkirina dibistanan têne çêkirin. Her wiha selikên çopê ji bo veqetandin bermahiyan ji dibistanan re hatin peyda kirin.
Rêxistvanên kampaneyê piştrast kirin ku çalakiyên hişyarkirinê dê berdewam bin da ku civak jî beşdarî çandeke jîngehê ya domdar bibe û pêşeroja xwe ya jîngehî ava bike.






