Gerenîndeya Avê ya Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê, di çarçoveya plana projeyên 2025an de, bi armanca xurtkirina çavkaniyên avê û dabînkirina pêdiviyên niştecihan, dest bi pêkanîna qonaxa yekem a projeya kolandina bîrê li taxa Tişrîn a girêdayî Komîna Şehîd Xemgîn kir.
Li Çil Axa, xebatkarên paqijiyê şaredariyê xebatên tamîrkirinê li ser sîstema karîzan didomînin, û boriyên nû bi dirêjahiya 4m têne saz kirin. Ev projeyên nûjenkirinê, ji bo hêsankirina herikîna avê û baştirkirina performansa torê têne pêkanîn.
Her wiha, projeya bilindkirina pompa bîra avê li gundê Kerhok, ku girêdayî Çil Axa e, ji bo pêşkêşkirina avê ya misoger ji bo niştecihan tê nûjenkirin.
Li Kolana Berîd ku ji qada jin heta rêya kembera li ser kolana pêşesaziyê, dirêj dibe, bi dirêjahiya 450m hate nûjenkirin. Ev projeyên şaredariyê di heman demê de ji bo nûjenkirina torên kevin û xizmetguzariyên giştî têne pêkanîn.
Bi guhertina boriyên zirardar û paqijkirina karîzan, projeyên herikîna avê têne pêkanîn da ku ewlehî û misogerî ava şaredariya Tirbespiyê pêşkêş biken.






