Encûmena Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya kampaneya şeşemîn de, forma duyemîn a di bin dirûşmeya”Jiyana Azad û Wekhev, Avakirina Civakeke Demokratîk a Komînal” li bajarê Hesekê lidarxist. Armanca formê ronîkirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk û gûftûgokirina têgehên bingehîn bû.
Di vê çarçoveyê de, şandek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê bi nûnertiya Hevseroka Encûmena Cîbcîkar Xanim Vîvyan Beho Osê û bi beşdariya hejmarek hevserokên desteyan, zêdetirî 180 endamên rêveberiya xweser, rêxistinên jin, Encûmena Jin a PYD û elîtek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di forma de made bûn.
Form li ser du mijarên sereke rawestî:
1_Têgeha “kujerê Zemrewî” di çarçoveya manîfestoya azadî û civakeke demokratîk de.
2_Çareseriyên siyasî û civakî ji bo pêkhatina wekhevî û dadperwer.
Beşdaran di formê de li ser rola komînalî di guhertina hişmendiya mêran û avakirina civakek azad û demokratîk de gûftûgoyên girîng kirin.
Xanim Vîvyan Beho Osê tekez kir ku ev forma gavek girîng e di xurtkirina prinsîbên aştiyê, civakeke demokratîk û beşdariya çalak a jinan de, û daxuyand ku gûftûgoyên rewşenbîrî li ser manîfestoyê di xurtkirina hevkariyê û berpirsiyariya kolektîf de rolek sereke dikin da ku civakek dadperwer û wekhev ava bibe.
Li gorî bernameya formê, biryarek hat dayîn ku di dawiya çalakiyê de daxuyaniyek dawîn were weşandin.






