Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê îro li Qamişlo nexweşxaneya gel (berê nexweşxaneya netewî) piştî xebata çêkirinê vekir. Li merasîmê, şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê bi nûnertiya Hesen Şero û Vîvyan Beho Osê, hevserokên Encûmena Cîbicîkar, Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê û hevserokatiyên Deste û Ofîsên Cezîrê bi beşdariya bijîşkên pispor û gelê Qamişlo amade bûn.
Merasîm bi xulekek bê dengiyê ji bi giyanên şehîdan dest pê kir, piştî wê Hesen Şero di gotarekê de vekirina nexweşxaneyê pîroz kir û hewlên komîteyên tenduristiyê ji bo baştirkirina rewşa tenduristiyê û berfirehkirina xizmetên bijîşkî di herêmê de spas kir. Û destnîşan kir ku ev gav beşek ji stratejiya rêveberiya xweser e ji bo avakirina binesaziya tenduristiyê.
Bijîşk Memo Mihemed, hevserokê Desteya Tenduristiyê, ev nexweşxane wekî gavek girîng li pêşxistina xizmetên tenduristiyê nirxand û got ku dê barê li ser navendên din hêsantir bike û xizmetên berfireh peyda bike.
Nexweşxane 200 text, 60 bijîşkên pispor û 400 karmendên bijîşkî dihewîne û di nav de beşên lezgîn, birînkarî, îko, zarok, jin, alîkariya taybet, oksijîn, şewat û şûştina gûrçikan hene. Beşa klînka diranan jî di demek nêzîk de were vekirin. Nexweşxane dê 24 demijmêr bixebite û xizmetên bijîşkî yên bêpere ji gel re peyda bike.
Hêjaye bîranînê, nexweşxane dê di pêşerojê de veguhere navendeke rûniştinê ji bo pisporên Zanîngeha Rojava.






