Mehrecana Wêjeyê ya Osman Sebrî ya 8’mîn, ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê û Dîwana Wêjeyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ve tê rêxistin, li hola Navenda Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk li Qamişlo dest pê kir.
Li vê çalakiyê, şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê, nûnerên encûmenên wê, hevserokatiya desteya çandê û hejmarek hevserokê deste û dezgehên çandî û hunerî amade bûn.
Hevseroka Encûmena Cîbcîkar, Vîvyan Beho Osê, di axaftina vekirinê de diyar kir ku çand û wêje rûmeta nasnameya neteweyî ne û bi xurtkirina berxwedana rewşenbîrî girîngî heye.
Piştî axaftina vekirinê, Koma Balh beşek mûzîkê pêşkêş kir, û li dawiya roja yekem skeça şanoyî “Ez Sûrî me” ji hêla Koma Reqayê ve pêşkêş bû, ku di wateya xwe de cihêrengiya çandî ya Sûriyê nîşan da.
Mehrecan dê heta 5ê Mijdarê bidome, û di nav xwe de helbest, semînerên rewşenbîrî, û pêşangehên hunerî û wêjeyî yê cûda bigre.
 
 
 
 
 
 
 
 
 
			
                                

