Desteya Kar û Barên Civakî û Karmendan a Kantona Cezîrê şahiyek derçûna zarokên Navenda “Êrîş” ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet lidarxist.
Navenda Êrîş armanca wê ew e ku şiyanên zarokên xwedî pêdiviyên taybet yên rewşenbîrî, motorî û civakî bi rêya bernameyên perwerdehî û rahênan ên taybet, ku ji hêla karmendên jêhatî ve têne çavdêrîkirin, pêşve bibin.
Di şahiyê de 16 zarok hatin derçûnin, ku ji sala 2021an ve li navenda perwerdehiyê di çarçoveya bernameyên taybet de perwerdehiya xwe dibînin.
Cîgirên Hevserokatiya Encûmena Cîbcîkar (Xanim Hemrîn Elî û Birêz Mihemed Berak) û Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî (Xanim Zehra Semo û Birêz Obeyda El-Zuba’a), ligel hejmarek rêxistinên peywendîdar, bi beşdariya karmendên perwerdehiyê û malbatên zarokan amade bûn.
Di şahiyê de gotarek ji aliyê Desteya Kar û barên Civakî û Karkeran hat pêşkêşkirin ku girîngiya lênêrîna kesên xwedî pêdiviyên taybet wek beşek yekgirtî ya civakê û pêwîstiya dabînkirina derfetên perwerdehî yên dadperwerane ji wan re nîşan da.
Desteyê jî pabendîya xwe ya ji bo berdewamiya piştgiriya vê komê û pêşxistina xebatên ku armanc dikin wan bihêz bikin û alîkariya wan bikin ku rolekî çalak di avakirina civatek dadperwer û mirovî de bilîzin, piştrast kir.
Di dawiya şahiyê de bawername û diyariyên spasdarî ji bo xebat û serkeftinên zarokan belav kirin.




