Tîmên teknîkî yên bajarê Qamişlo, di çarçoveya planekî fireh de, bi armanca bilindkirina kalîteya rêyan û hêsankirina tevgera trafîkê ji bo gel, li taxên cuda karê qîrkirinê bi domdarî dikin.
Li gorî rayedarên teknîkî, ji hemû 2600 metrekupî rûberê pêşbîrî, heta niha 2000 metrekupî hatine temamkirin. Xebat bi lez û baş pêk tê, û hêvî heye ku tevahiya planê di dema xwe de bê qedandin. Û destnîşan kirin ku xebatên tamîrkirinê dê li hemû taxan berdewam bikin heta ku hemû xalên bandordar bi tevahî werin çareserkirin û şert û mercên ewlehiya trafîkê werin bidestxistin.





