Di 23.10.2025’an de Encûmena Gelan li Kantona Cezîrê rûniştina xwe ya şeşemîn li hola xwe ya Bajarê Amûdê li dar xist.
Piştî bi xêr hatina Hevserokatiya Encûmena Gelan Li Bakur û Rojhelatî Sûriyê , cîgira hevserokatiyê û şêwirmendê Rêveberiya Xweser li Kantona Cezîrê, û piştî wê civatname bi 3 zimanê fermî hate xwendin di pê re sûndxwarina qanûnî ya hevalên ku nû tevlî karê encûmenê bûn (dagirtina cihên vala, guhertin)
Hevserokatiyên Encûmenê her Desteya Perwerdê,Jîngehê, Malbatê Şehîdan û Yekîtiya Şaredariyan sûndxwarina qanûnî kirin û tevlî encûmenê bûn. Di dawiyê de li ser rewşa rêxistinê nîqaş kirin.






