Gerenîndeya Entîk û Mozexane a girêdayî Desteya Çandê li Kantona Cizîrê, projeyek hişyarkirinê bi rêya rêxistina serdanên meydanî bo hejmarek deverên entîk û geşteyariyê ku xwendekaran armanca dike da destpêkirin. Ev serdan xwendekarên ji astên perwerdehiyê yên cûr bi cûr dihewîne
Armanca vê projeyê ew e ku nirxên parastina mîrata çandî biçîne, hişmendiya li ser girîngiya mîrata çandî di nav nifşên ciwan de bilind bike, ciwanan bi dîrok û mîrata wan girêde û wan beşdarî parastina cihê dîrokî bike.





