Di çarçoveya hewldanên Desteya Jin li Kantona Cizîrê ji bo piştgiriya derûnî û hêzdarkirina jinan, navendên Şehîd Amara ya şêwirmendiya derûnî korseke perwerdehiyê ji bo endamên Ofîsa Parastina Jinan bi amadebûna Xanim Maya Şabo Cîgira Desteya Jinan bi dawî kir.
Kors li ser çend mijarên sereke yên têkildarî têgihîştina lêdana derûnî û mekanîzmayên ji bo mijûlbûna bi wan re sekinî, di nav wan de:
1_Pênasa lêdana derûnî û cureyên wê
2- Qonaxên ku lêdan pê re derbas dibin
3- Astên giraniyê û nîşanên wê yên herî berbiçav.
Di dawiya korsê de, bawername li beşdaran hatin belavkirin, ku pabendbûn û dilsoziya wan a ji bo pêşxistina jêhatîyên wan di warê piştgiriya derûnî de destnîşan dikir, bi vî rengî beşdarî baştirkirina xizmetên ku ji jinan re li civakên herêmî têne peyda kirin, dibe.
Ev kors beşek ji rêze bernameyên perwerdeyê ye ku armanc dikin karmendên jêhatî amade bikin ku bikaribin bi bandorên lêdana derûnî re mijûl bibin.





